Îsraîl ji bo Şerîeya Rojava 34 planên nû yên niştecihbûnê amade dike

Li gorî rêxistineke civakî û çapemeniya Îsraîlê, hikûmetê di destpêka nîsanê de bi biryareke veşartî rê li ber niştecihên nû vekir; tê diyarkirin ku plan, pêkane rageşiya li herêmê zêde bike.

Hate angaşt kirin ku hikûmeta Îsraîlê biryar girtiye ku li Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriyê de 34 yekîneyên nû yên niştecihbûnê ava bike. Li gorî nûçeyên di rêxistina civakî ya bi navê La Paix Maintenant û çapemeniya Îsraîlê de cih girtine, hat diyarkirin ku biryar di destpêka meha nîsanê de ji aliyê kabîneya ewlehiyê ve bi dizî hatî girtin.

Hat gotin ku niştecihên navborî dê li 68 niştecihên ku hikûmeta Serokwezîr Binyamin Netanyahu ji dawiya sala 2022'yan û vir ve ava kirine bên zêdekirin; Wezareta Parastinê ya Îsraîlê der barê mijarê de daxuyaniyeke fermî neda.

Li gorî medyaya Îsraîlê, ji 34 niştecihên ku hatine plankirin 10 jê ji zagonîkirina niştecihên "dizîka" ên heyî, 24 jê jî ji projeyên nû pêk tên. Di heman nûçeyan de hat ragihandin ku Sererkan Eyal Zamir hişyarî daye ku niştecihên nû dê barekî zêde bixin ser milê artêşê.

Li Şerîeya Rojava ya ku ji sala 1967'an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, ji xeynî Qudsa Rojhilat nêzî 500 hezar niştecihên Îsraîlî ligel nêzî 3 mîlyon Filîstîniyan dijîn. Neteweyên Yekbûyî van niştecihan li dijî hiqûqa navneteweyî qebûl dike. Tê diyarkirin ku çalakiyên niştecihbûnê bi taybetî di salên dawî de lez girtine û rageşiya li herêmê zêde kirine.